Êrişên Ukrayna yên li ser Moskowê

Di armanca êrişên Rûsya yên li ser Ukrayna de, depoyên genim hebû.
Artêşa Moskow careke din êrişî depoyên li bendera Odessa kir.
Hemwextî vê Ukrayna jî bi balafirên bêmirov careke din êrişî Moskowê kir.

Di nava hefteyên dawiyê de, li ser xaka Rûsyayê êrişên bi balafirên bêmirov zêde bûye.

Di roja şeşemîn a êrîşên li ser Moskowayê de, 3 dronên bêmirov ên ku tê îdiakirin yên Ukraynayê ne, hatin xistin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku Ukraynayê hewl daye bi 3 dronan êrîşî paytext Moskowayê bike.

Wezaretê diyar kir ku hewildana artêşa Ukrayna ya bi 3 dronan êrişî Moskowê bike, ji aliyê Wezareta Parastina Esmanî ve hatiye têkbirin.

Şaredarê Moskovayê Sergey Sobyanin jî anî ziman ku hin camên du avahiyên 5 qatî zirar dîtine û tîmên hawarçûnê derdora xwe kontrol dikin.

Herî dawî, ajansa RIA Novosti ragihand ku li taxa karsaziya bajarê Moskowê ku 5 kîlometre dûrî Kremlînê ye, dengê “teqînekê” hat bihîstin.

Di roja şeşan de li dijî Moskow careke din êrişa bi dronan pêk hat

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku li navçeyên Mojayskiy ku 12 kîlometre dûrî navenda Moskowayê ne û Himki ku 20 kîlometre li bakurê rojavayê Kremlînê ye, 2 dronên din ji aliyê hêzên wan ve hatine têkbirin.

Ji ber êrişan balafirên rêwiyan, demek kin navber dan geştên xwe.

Moskoa û herêma paytextê ji roja Înê ve rojane dibin hedefa êrîşan.

Ev tê wê wateyê ku xaka Rûsyayê jî di hefteya dawî de her roj rastî êrîşa balafirên bê mirov tê.

Ukrayna: Rûsya bi dronan êrişî depoyên genim ên li Odessayê kir

Serokê Rêveberiya Leşkerî yê Herêma Odessa ya Ukraynayê Oleg Kiper diyar kir ku Rûsyayê şevê din 3 saetan li başûrê herêma Odessa bi balafirên bêmirov êrîşek pêk anî.

Kiper anî ziman ku armanca artêşa Rûsyayê îmhakirina binesaziyê ye û destnîşan kir ku parastina hewayî ya Ukraynayê 9 balafirên bêmirov ên Îranê hatine têkbirin.

Serokê Rêveberiya Leşkerî ya Herêma Donetskê Pavlo Kyrylenko jî ragihand ku hêzên Rûsyayê êrişî gundên herêmê kiriye.

Kyrylenko di peyama xwe ya li ser Telegramê de got,

“Li Torskê 3 kes hatin kuştin, kesek birîndar bû û sivîlek jî li Zakitne birîndar bû”.

Li aliyê din li herêma Xersonê jî êrişên Rûsya hebûn.

Di daxuyaniya Sererkaniya Ukraynayê de hat ragihandin ku Rûsyayê di rojekê de 4 moşek û 58 êrîşên hewayî li ser axa Ukraynayê pêk anîne.

Balafirek bêmirov a Ukrayna, balafirek bombebaranê ya Rûsya xist

Back to top button