Gerîlayên jin rihê Qendîl, Zap, Zagros û Avaşînê ne

Di nava gerîlayên jin de sê tişt qedexe ne: Nabe, ez nikarim û ez nizanim.
Gerîlayên jin ji çiyayê Qendîlê bi dengê “rojbaş heval” re şiyar dibin, lê şeva xwe ya li Bakur bi “Heval Şevbaş” diqedînin.Gerîlayên jin rihê Qendîl, Zap, Zagros û Avaşînê ne.

Gava tu wan dibînî, tu li wan evîndar dibî.

Evîndarê dûbarebûna bûyeran û evîndarê axaftinên ku bi heman herfê dest pê dikin û bi dawî dikin.

Dema ji te re dibêjin heval, germahî, kêliyek şerm û serbilindî bi te re çêdibe.

Wêrekiya wan wisa ye ku dema mirov li wan dinêre êdî tirsa mirinê ji te re pere nake û daristanek dikare bibe nivînek ewle ji bo xewa şevê.

Di çavên wan de bawerî û cesaretek mîna ku çiyayek li kêleka te be heye.

Ew we diguherînin, we ji nû ve dinivsinin, we didin avakirin.

Bi awir û tevgerên xwe ve bala we dikişînin û dikin aşiqê xwe. We dikişînin nava ramanên xwe.

Îsrara wan a di bawerî û keda wan de bûye sedem ku dema tu gerîlayek jin dibînî, tu dixwazî tenê gotina xwe bi tenêbi jî bê kiryar bicî nehêlî.

Dema tu gerîllayekê dibînî, mirov nikare kiryar û axaftinê wan ji hev cûda bike.

Ji ber ku ewqas tevlihev bûne ku ne mimkûne ku wan ji hev veqetînin.

Di gerîllayan de tişta herî dawî ku mirov li ser difikire bedewiya dêm û rû ye.

Çêtir e ku mirov tenê mînakek di vê barê de behs bike bese.

Ji bo ku hûn bêyî dîtina rûyê wan bibînin, dikevin bin bandora gerîllayek jin.

Ewqasî bi ramanên xwe hatine girêdan mîna ku xwedê şevekê weke ji bo Mûsa xuya bûyî, li serê Çiyayê Qendîlê ji wan re xuya bûye û peyama xwe ji wan re ragihandi ye..

Back to top button