44 roj in çalakî li Sêmalka didome û PDK heta niha cenaze radest nekirine!

Çalakiya dayîk û malbatên şehîdan ya li deriyê Sêmalka ya ji bo girtina cenazeyên zarokên xwe di roja 44’an dewan dike. Îro jî endamên Yekîtiya Endizyaran û Odeya Pêşesazan tevlî çalakiyê bûn û piştgiriya xwe bi malbatan re diyar kirin.
Careke din xiyaneta PDK’ê hate şermezar kirin û bang lê hate kirin ku cenazeyên şehîdan bide malbatên wan.

Îro endamên Yekîtiya Endizyaran û Odeya Pêşesaziyê çûn deriyê Sêmalka û piştgirî dan malbatên şehîdan.

Bi navê Yekîtiya pêşesazî û Endizyarên herêma Cizîrê daxuyanî hat dayîn..

Daxuyanî ji aliyê hevseroka Odeya pêşesaziyê ve hat xwendin..

Di daxuyaniyê de PDK hat şermezarkirin ku cenazeyên Şehîdan nade malbatên wan..

Hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re hat bibîrxistin û hat gotin:

Tişta ku PDK’ê dike xizmetê tenê ji dagirkeriya Tirk re dike. Şervanên ku cenazeyên wan hatine girtin, şeref û destketiyên kurdan li her çar parçeyan diparastin. Wan parastina Kerkûk, Şengal, Hewlêr û Rojava kir.

Di dawiya daxuyaniyê de, bang li saziyên navdewletî, Xaça Sor a Navdewletî, rêxistinên Mafên Mirovan hat kirin ku bikevin nava tevgerê.

Back to top button