Hindistanê..Ji ber felaketa lehiyê jimara kesên mirî derket 42’an

Li eyaleta Manipur a Hindistanê, 30’ê Hezîranê ax şemitî.
Ji ber şemitîna axê, jimara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 42’an.
Xebata lêgerîna li kesên winda jî didome.

Bîlançoya şemitîna axê ya 30’ê Hezîranê li herêma çêkirina rêya hesinî ya herêma Noney a li bakurê rojhilatê Hindistanê qewimî, her ku diçe girantir dibe.

Di daxuyaniya ji aliyê berpirsan ve hatî dayîn de hate gotin,

Tîmên rizgarkirinê xwe gihandine cenazeyê 42 kesan.

Ji kesên jiyana xwe ji dest dane 27 leşker û 15 jî sivîlin.

Hat ragihandin ku heta niha 20 kes windane û piraniya wan jî sivîlin.

Her wiha ji ber şimitîna axê herikîna ava çemê Ljei jî hatiye astengkirin.

Ji ber vê yekê welatiyên li herêmê ji rewşa heyî hate agehdarkirin.

Barana ku ev 3 hefte ne dewam dike, ziyaneke mezin li Hindistanê û Bangladeşê zirareke mezin bixwere anî.

Ji ber barana zêde li herêmê, bêtirî 100 kes mirin.

Li Bangladeşê ji 17’ê Gulanê ve 42 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi sed hezaran jî neçar man malên xwe biterikînin.

Back to top button