Bi sedan welatiyên Belûcî yên li Îranê li dijî kuştina kolberên ku ji aliyê rejîmê ve hatin kuştin xwepêşandan kirin û ketin avahiya qeymeqantiya bajarê Serawan a Îranê.
Duh leşkerên Îrane li bajarê Serawan ê ser bi parêzgeha Balûcistanê êrişî kolberên Belûç kirin û li gorî daneyên destpêkê 10 kolber hatin kuştin û hinek birîndar bûn.
Li dijî zext û êrîşa rejîma îranê Xelkên Belûc xwepêşandanek pêk anîn.
Piştî ku hêzên ewlehiyê êrişî xwepêşanderan kirin, alozî derket û xelkê berê xwe da navendên îdarî û leşkerî yên li bajêr.
Ji ber êrişa hêzên leşkerî xwepêşander bi hêrs bûn û berê xwe dan qaymeqamtiya bajarê Serwan û ketin avahiya wê.
Li gorî ajansa Rojnêwsê, rejîma Îranê îro ji tirsa hemû saziyên hikûmetê yên fermî girt û hêzek zêde ya leşkerî li bajarê Serewan kom kir.
Tê gotin ku li bajêr ti kontrola hikûmetê nemaye û hemû ketiye li jêr kontrola gel de.
Çalakvanên Belûç û kesayetan bang li tevahiya gelên Îranê kirin ku piştgiriya serhildana xelkê Belûç bikin.