QSD: Hêzên me sîxurên fermandar Sosin Bîrhat şehîd xistin zeft kirine

Artêşa Tirk 19’ê mehê li Til Temir û Qamişlo bi rêya balafirên bê mirov êriş pêk anîn..
Di encamê de 4 endamên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê û li Qamişlo jî yek ji fermandarên YPG’ê şehîd bûn..
QSD’ê duh bi daxwiyaniyekê raghand ku wan 3 sîxurên istixbarata Tirk girtine ku destê wan di şehîdkirina van hevlan de hebû.Ev yek li ser melperên civakî rastî gelek bertekan hat gelek kesan daxwaz kirin ku ev sîxur bên darizandin.

Ev dîmenên êrişa 19’ê Tebaxê ya li Til Temirê ye .

Di wê rojê de Navenda Pêwendiyan a Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bû armanca êrişeke dewleta Tirk a daigker..

Di encamê de 4 endam û fermandarên meclisê şehîd bûn..

Û di nava wan de yek ji fermandarên YPJ’ê Sosin Bîrhat bû..

Di heman rojê de Li Qamişlo jî artêşa Tirk li devera Elî Fero êrişek pêk anî..

Li vir jî ji fermandarên YPG’ê Rênas Roj şehîd bû..

Piştî salekê li ser vê êrişê derbas bû QSD’ê raghand ku hêzên wan sîxurên ku bi destê wan ev êriş pêk hatiye û Fermandar Sosin Bîrhat şehîd xistine zeft kirin .

QSD’ê eşkere kir ku piştî şopandinê 3 sîxurên istixbarata Tirk bi operesiyoneke taybet girtibin.

Li gorî mikurhatinên van sîxuran hat ragihand destê wan di şehadeta fermandar Rênas Roj, Sosin Bîrhat û hevrêyêna wan de hebû.

Ferhad Şamî: Gel dê bibe şirîkê her biryarekê li dijî xayînan

Piştî vê yekê Rêvberê Navenda Raghandina QSD’ê Ferhad Şamî li ser malpara xwe ya fermî ev yek got :

“Gel dê bibe şirîkê her biryarekê li dijî xayînan ”

Dayik û bavê şehîd Rênas Roj spasiya QSD’ê kir

Piştî girtina van sîxuran Dayik û bavê şehîd Rênas Roj peyamek bi dîmen parve kir.

Dayik û bavê şehîd di serî de spasiya QSD’ê û gelê Rojava kir ku xwîna zarokên wan li erdê nemaye.

Duh ji aliyê xelkê ve ev mijar li ser medya civakî bû rojev .

Li ser malperên civakî ji aliyê gelek kesan bertek tund derketin pêş .

Gelek gotin hatin belavkirin ji wan :

Edaleta Civakî li ku re.

Divê ev sîxur ji aliyê Malbatên şehîdan bên darizandin .

Back to top button