Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Eyn Îsa, Kampa Eyn Îsa, gundê Şehba û Şêrawayê topbaran kirin.
Beriya niha bi çend saetan dewleta Tirk a dagirker gundê Aqîbê, Soxanekê, Ziyaretê, Bênê û Xiripkê yên Şêrawayê topbaran kirin.
Her wiha heta niha zêdetirî 200 Gulayên obîsan li van gundan ketine…
Di encama topbarana dijwar ya li ser Gundê Aqîbê de malek û erebeyek Şewitîn û ji ber topbaran dijwar şênî nikarin xwe bigihînin wê malê.
Her wiha zirar giştiye zeviyên xelkên gundê Aqîbê jî.
Heta niha jî Topbaran ber dewam e…
Her wiha dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Seyda û Kampa Eyn Îsayê bi dijwarî topbaran kirin.
Li aliyek din jî artêşa Tirk a dagirker gundê Um El-Hoş ê Şehbayê jî topbaran kirin…
Derbarê ziyanên van topbarana, heta niha nehatine zanîn.