Zelensky: Rûsya 4,5 mîlyon Ukraynî di tarîtiyê de hişt

Di hema 9 a şerê êrişa Rûsya li ser Ukrayna de, welat di tarîtiyê de hiştiye.
Di demekî ku li Xersonê dor li hêzên Rûsya tengbûyî de, Serokomarê Ukrayna Zelensky got:
Li welat 4,5 mîlyon kes bê elektirîk maye.
Di vê navberê de, Ukrayna û Rûsya 214 dîlên şer bi hev guhertin.

Ji ber êrişên Rûsya, êdî Ukrayna di tarîtiyê de maye.

Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky ragihand ku di encama êrîşên Rûsyayê de 4,5 milyon kes li welat bê elektirîk mane.

Volodymyr Zelensky êrîşên Rûsyayê yên li ser binesaziyên enerjiyê wek “terora enerjiyê” pênase kir û got,

“Ev êrîş qelsiya dijminê me nîşan dide.

Ji ber ku nikarin me li qada şer têk bibe, bi vî rengî hewl didin gelê me têk bibin.”

Di hefteyên dawî de, Rûsyayê êrîşên xwe yên bi balafirên bê mirov û moşekan li ser santralên elektrîkê yên li Ukraynayê zêde kirine.

Zelensky ragihand ku tenê di sê mehan de, ji sêyan yekê santralên elektrîkê yên welêt hatine hilweşandin.

Hikûmeta Ukraynayê bang li gel dike ku dikaranîna elektrîkê de bi baldar bin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî piştrast kir ku ew binesaziya enerjiyê ya Ukraynayê dikin armanc.

Rûsya wê ji Xersonê vekişe?

Êrîşên dijwar yên li ser gerêma stratejîk Xersonê rê li ber vekirina gotegotên ku wê leşkerên Rûsya ji herêmê vekişin zêde kir.

Rêveberê herêmî yê ku ji hêla Rûsan ve li Xersonê hatî destnîşan kirin Kirill Stremousov, ji medyaya Rûsî re got,

“dibe ku Moskow” leşkerên xwe ji herêmê vekişîne.

Li gorî çavkaniyên rojavayî, leşkerên payebilind ên artêşa Rûsyayê yên li herêmê berê xwe dane bajêr.

Tevî ku bi tam nayê zanîn li bajêr çi qewimî, nûçegihanê BBC Paul Adams radigihîne ku bank hatine valakirin û muze hatine talankirin.

Wezîrê Parastinê yê Amerîka Lloyd Austin dibêje artêşa Ukraynayê di wê hêzê de ye ku dikare bajarên xwe vegerîne.

Xerson yek ji çar herêman e ku bi referandumeke Rûsya li herêmê pêk aniyî bi xaka welat ve hate girêdan.

Lê Ukrayna û Rojava bi ti awayî ev referandûm na nekir.

Nifûsa bajêr a beriya şer 300 hezar bû, lê tê diyarkirin ku bi koçberkirina sivîlan re ev hejmar nîvî kêm bûye.

214 Dîlên şer bihev hatin guhertin

Di vê navberê de pevguhertina girtiyên şer jî dewam dike.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku di encama danûstandinên bi Ukraynayê re, wana îro 214 dîlên şer bihev guhertine.

107 ji wan Rûsî û 107 jî Ukraynî ne.

Back to top button