Lîderên cîhanê li New Yorkê civiyan

Civînên bilind a Civata Giştî ya 77. a NY dest pê dike. Ji bo vê yekê lîderên cîhanê li bajarê New York yê DYA ne. Ji ber merasîma cenazeyê melîkeya Brîtanya Elizabeth a II. di rêzên sereke yên axaftina lîderan de guhertin hate kirin.
Tê payîn ku Serokomarê Ukrayna Zelensky jî di civatê de bi axive.

Îro li bajarê New York yê Dewletên Yekbûyî yê Amerîka (DYA) Civata Giştî ya 77. a NY pêk tê.

Ji bo vê yekê lîderên cîhanê yên doh beşdarî merasîma melîkeya Brîtanya Elizabeth a II. bûyîn berê xwe dan New Yorkê.

Serokê Amerîka Joe Biden ji ber plansaziya wê ya li Brîtanya wê axaftina xwe ya li civatê bû sibe pêk tîne.

Her wiha Biden yê weke welatê mazuvanê civatê dike, wê şeva çarşemê pêşwaziya li lîderan bike.

Îsal ji 193 welatên endam wê 92 serokên welatan, 56 serokwezîr û ji welatên din wê di asta Wezîrê Karê Derve de beşdarbûn pêk were.

Efxanîstan îsal wê beşdarî xebatên Civata Giştî nebe.

Dîplomatê Macarî Csaba Korosi ku serokatiya Civata Giştî ya 77. a NY ji Serokê Civata Giştî ya 76. Abdulla Shahid, wergirtî wê civatê birêve bibe.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, Serokê Çînê Xi Jinping, lîderê Koreya Bakur Kim Jong-un, Serokê hikumeta Şamê Beşar Esed, Welîehdê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman û Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenski beşdarî lûtkeya dîrokî ya li New Yorkê nabin.

Di pêşnûmeya ku pêşkêşî Civata Giştî ya NY hat kirin, tevî îtîraza Rûsyayê jî, axaftina Serokomarê Ukraynayê Zelensky ya li Civata Giştî ya bi rêya vîdeokonferansê ketibû dengdanê.

Pêşnûme bi 101 dengên ‘erê’ hat qebûlkirin.

7 welatan dengê ‘na’ dan û 19 welatan jî bêalî man.

Serokdewletê Brezîlyayê Jair Bolsonaro wê axaftina despêkê bike.

Berdevkê NY Stephane Dujarric diyar kir ku berê mîna ku nehatiye dîtin pir kar heye.

Dujarric got:

“Ji sala 2019’an ve ev yekemîn Civata Giştî ya me ye.

Em bi heyecan in.”

Back to top button