Piştî operasyona “Xutkirina Ewlehiyê” ya li dijî şaneyên DAIŞ’ê, bazirganan û têkbirina pilanên Fitne û tevlîheviyê, êdî rewş arame û jiyana welatiyan di ewlehiyê de ye…
Li Hêlekê Hêzên Asayişê xebetên xwe yên kontrolê xurt-kirine û li Hêleke din jî saziyên xizmetguzariyê mîna berê dest bi karê xwe dikin.
Piştî bidawîbûna operasiyonên leşkerî yên têkbirina komên çete û dûvikê wan niha li gundewarên Dêrazorê ewlehî serwer e.
Taybetî îro, Hêzên Asayişê hebûna ewlehiyê li bajarokên Dêrezorê xurt kirin.
Hêzên Asayîşê ji bo wergirtina giliyên welatiyan û ji bo parastina mal û milkên wan, bendên kontrolê û navendên ewlehiyê çalak-kirin.
Em niha li bajaroka Siwerin, wek tê zanîn hin aliyên derve dixwestin tevliheviyê derxin, lê bi serneketin..
Aramî li herêmê serwer e, niha rewş başe, bazar hat vekirin û jiyana welatiya normale.
Wek Hêzên asayişê operasyonên me her hene, her derî dişopînin û bendên kontrolê xebatên xwe dike, em li virin ji bo pêkanînan ewlehiyê û aramiya xebatên xwe dikin.
Rewş arame-Rêveberiya Sivîl a Dêrezorê nan li şêniyan belav kir
Êdî em nabêjin operasyona ewlehiyê didome..
Lê belê, ewlehiya li bajarê Dêrzorê vedigere û jiyan mîna berê normal dibe.
Saziyên xizmetguzariyê dest bi karê xwe kirin.
Îro Rêveberiya Sivîl a Dêra Zorê nan li şêniyan belav kir.
Li herêma derazorê xebatên xizmetgûzarî û meclisa sivil a derêzorê derkevin pêş..