QSD: Serçeteyekî DAIŞ’ê hate girtin

Li Reqayê di encama operasyonekê de serçeteyekî DAIŞ’ê ji aliyê hêzên QSD’ê ve hate girtin û gelek çek jî hatin desteserkirin.
Her wiha QSD’ê diyar kir ku idîayên şehîdxistina 7 şervanên wan li Serêkaniyê ne rast e.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ragihand ku hêzên YAT’ê bi hevkariya Hêzên Koalîsyona Navnetewî û Dezgeha Dijî Terorê li Başûrê Kurdistanê -CTG duh operesyonek pêk anî.

Di encama operesyonê de berpirsê Dîwana Eşîran û serçeteyê Banka Îslamî ya rêxistina terorîst a DAIŞ’ê li bajarê Reqayê hate girtin.

Navê serçete jî Ebd El Xefûr Tebir El Ziyab ‘Ebû Emîr’ e.

Serçete di çalakirina çeteyên DAIŞ’ê li herêmê û derbaskirina çek û cebilxaneyan de rolek mezin dilîst.

QSD’ê da zanîn ku di operesyonê de gelek çek hatin desteserkirin.

Di dawiyê de QSD’ê soza parastina herêmê ji tevahî êrişan û planên qirêj da.

QSD: Idîayên şehîdxistina 7 şervanên me li Serêkaniyê ne rast in

Li aliyê din jî Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk îro daxuyaniyek da û îdia kir ku li herêma Serêkaniyê 7 şervanên QSD’ê dema ku hewldana êrişekê dikirin, şehîd xistine.

QSD’ê diyar kir ku ev idîa ne rast e û hêzên wan ti hewldanê çalakiyê nekirine û ti windahiyên wan tune ne.

Back to top button