Fatme Hec Hisên: Rêber Apo hebûna me ye

Fatme Hec Hisên di 1988′an de fikir û felsefeya Rêber Apo nas kir, lê nikarî pê re biciviya.
Ruxmî temenê xwe yê mezin jî bi israr e beşdarî tevahî çalakiyên ji bo Rêber Apo bibe û dibêje “Xwezî ji vê zêdetir bikim.”

Fatme Hec Hisên (70) hêdî dimeşe û di dest de gopal heye û ber bi çalakiya konvedanê ya ji bo pêngava ′Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî′ ya li Hesekê ve diçe.

Fatme dayika şehîd daye û dibêje: “Rêberê me ji 25 salan ve girtî ye û di tecrîdeke giran de ye.

Tiştê em niha dixwazin bidawîkirina tecrîdê û rizgarkirina wî ya fîzîkî ye.”

Bi hêrsekê Fatme dibêje: “Ez bi Rêber Apo re neciviyame, lê her tim li deng û axaftinên wî guhdar dikim.

Ji bo me hebûna me, hebûna gelê Kurd û tevahî gelên Rojhilata Navîn e.

Rêber Ocalan di oxira me tevan de tê koşiya.

Hebûna me di bin vê konê de şerefeke mezin e. Ez hêvî dikim ku ji vê zêdetir bikim.”

Pergala li Îmraliyê berdewama komploya navneteweyî ye

Back to top button