Hemîd El Ebid: Divê hêzên navneteweyî bi erka xwe rabin

Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El Ebid êrîşên dewleta tirk a dagirker li dijî herêmê şermezar kir û li dijî êrîşan soza domandina têkoşînê da.

Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişên binesazî û avahiyên xizmetguzariyê wêran bike ewlehî û îstîqrara herêmê têk bibe .

Hemîd El Ebid destnîşan kir ku dê xizmetguzariyan pêşkêşî xelkê herêmê bikin û avahiyên stratejîk ên ji ber êrişan wêran bûne, sererast bikin.

Di dewama axaftina xwe de El Ebid rola Rûsyayê ya wekî çavdêrê agirbestê li beramberî dagirkeran rexne kir.

Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El Ebid di dawiyê de bang li hêzên navneteweyî kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Sûriyeyê bi dawî bikin.

Back to top button