Fermandarekî Heşdî Şebî li Xaneqînê hat kuştin

Li devera Qolay a navçeya Xaneqînê fermandarekî Heşdî Şebî di êrîşeke DAIŞ’ê de hat kuştin.

Li gorî agahiyan, duh di dema têkbirina êrîşa çeteyan a li ser Xaneqînê de, fermandarê Lîwaya 28’an Hisên Rezzaq El-Miyahî bi guleya sekvanî hat kuştin.

Hêzên Heşda Şebî çeteyên êrîşker têk birin û gerîna li yên reviyayî jî didomînin.

Şaneya Ragihandina Ewlehiya Iraqî jî ragihand ku 3 moşekên katyûşa li balafirgeha navneteweyî ya Bexdayê ketin.

Şaneyê da xuyakirin ku ev mûşek ji devera Zeytûn a qezaya Ebî Xerîb hatin berdan û di encamê de tenê ziyanên madî çêbûn.

Back to top button