Bi hezaran welatiyên Belarûs li dijî Aleksander Lûkaşenko daketin qadan

Bi hezaran welatiyên Belarûs duh careke din li dijî desthilata Aleksander Lûkaşenko daketin kolanên Mînskê.

Xwepêşanderan bi hilgirtina alên rikeberiya hikûmetê banga çûyîna Lûkaşenko kir.

Jimareke mezin a hêzên ewlekariyê ji bo jihevbelavkirina xwepêşandanê li Mînskê belav bûn. Her wiha hêzên artêşê li dora gelek avahiyên dewletê yên girîng belav bûn.

Roja Şemiyê jî bi hezaran jin li dijî serweriya Aleksander Lûkaşenko daketibûn qadan û zêdeyî 91 kes ji wan hatibûn binçavkirin.

Back to top button