Dîmenê çalakiya gerîla ya li herêma Xantûrê hate weşandin

Belê dimenê ji çiyayên kurdistanê tên jî têkçûna leşkerên dewleta Tirk a dagirker nîşan dide. Gerîla TV dimenê çalakiya 20’ê Nîsanê yê li herêma Xantûrê ku di encamê de 2 leşkerên dewleta Tirk hatibûn kuştin weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê jî li ser çalakiyê bi daxuyaniyekê ev agahî parve kiribû.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de, 20’ê Nîsanê li herêma Xantûrê gerîlayan li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Berxwedan çalakiyek pêk anîn.

Di vê çalakiyê de kozikek çeka A4 hate rûxandin û 2 dagirker hatin kuştin.

Her wiha kamerayeke mobesse ya li ser gir ji aliyê hêzên me ve hate îmhakirin.”

Gerîla TV jî dimenê vê çalakiyê bi raya giştî re parve kir.

Back to top button