DYA rapora UFO ya ku cîhan di nava mereqê de li bendê bû weşand

Gelo pêkane di fezaya ewqas mezin de tenê zindiyên li ser rûyê cihanê hebin.
Gelek caran û hîna di temenê biçûk de, filmên UFO yanî Tiştê Firînê yên nediyar hene.
Li gorî beşeke civakê herçiqasî ev xeyalî be, lê aliyek bi vê baweriyê girtine û qet bernadin.
Ew dibêjin di vê fezaya mezin de em ne bi tenê ne.
Ji ber vê yekê Dewletên Yekbûyê yên Amerîka DYA rapora UFO ya ku cîhan di nava mereqek zêde de li bendê bû, belav kir.

Li gorî raporê; Rayedarên îstîxbarata DYA diyar kirin ku ew bawer nakin ku biyanî li pişt Tiştê Firînê yê Nediyar (UFO) yên ku pîlotên behrê dîtî ne.

Lê têkildarî tiştên ku difiriyan jî, rayedaran ti agahî parve nekir.

Rapor doh bi raya giştî re hate parvekirin.

Li gorî rojnameya The Guardian ya Îngilistanê, çavdêriyên ku pêk hatine ne di encama oparasyonên leşkerî yên DYA de pêk hatiye.

Wezareta Parastinê ya DYA (Pentagon) di nav 20 salan de, ji havîna 2014 û bihara 2015, bêtirî 140 bûyerên ku ji hêla pîlotên Deryayî ve hatine rapor kirin lêkolîn kir.

Back to top button