Berxwedana civaka Êzidî bênavber dewam dike

Çalekiya xelkê Şengalê a bi armanca destekdayîna Asayîşa Êzîdxanê daye destpêkirin, di roja xwe ya 32’yan û bi biryardarî, dewam dike. Ciwanên Êzidî teqez kir ku wê sala nû ji bo civaka Êzîdî bibe sala serkeftina Xweseriya Şengalê.

Berxwedana Civaka Êzidî ya li dijî peymana dagirkirina Şengalê ev zêdeyî mehekê ye li dar e.

Çalakiya ‘Konê Berxwedanê’ ya li pêşiya Asayîşa Êzidxanê 31 roj li pey xwe hişt.

Çalakî bi dirûşmeya “Em hemû Asayîş in” pêk tê û çalakger bi biryar in ku heta Asayîşa Êzidxanê bi rengekî fermî bê qebûlkirin, berxwedana xwe dewam bikin.

Endamê Meclisa Şengalê Rizgo Xelef destnîşan kir ku heta ku dewleta Iraqê hebûna Êzidiyan nas neke, ew ê çalakiyên xwe bidomînin û banga yekîtiyê li Êzîdiyan kir.

Xelkê Şengalê jî, kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û diyar dikin ku heya daxwazên wan pêk neyên ew ê li ber xwe bidin.

Ciwanên Êzidî: Sala nû wê bibe sala serkeftina xweseriya Şengalê

Ciwanê Êzidî yê bi navê Tehsin Şeref bal kişand ser berxwedana Êzidiyan a 2020’an a li dijî plan û peymanên ku li ser Şengalê û teqez kir ku sala nû ji bo civaka Êzidî wê bibe sala serkeftina Xweseriya Şengalê.

Back to top button