LI GIRTÎGEHA ÎMRALIYÊ, JI BO 3 MEHAN, HEVDÎTINA MALBATAN HATE QEDEXEKIRIN

Li Girtîgeha Îmraliyê ji bo 3 mehan hevdîtina malbatan hate qedexekirin. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, derbarê qedexeya ji bo 3 mehan serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn dan.

 

Dadgeriya Cezeya Giran a Boursayê derbarê hevdîtina Malbatê bi Rêber Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim qedexeya hevdîtinê ya 3’ê mehan ragihan.

Li dijî vê biryarê Parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrinê Raziye Tûrgût, anî ziman ku gava malbat 16’ê Tebaxê ji bo hevdîtinê serlêdan kir lê serlêdana wan hat redkirin.

Wê demê parêzer hîn dibin ku biryarr ji 9’ê tebaxê hatiye girtin.

Raziye Tûrgût diyar kir ku dadgeriyê ji wan re gotiye ji bo Rêber Ocalan dema îtirazê derbas bûye û îtiraz ji bo sê girtiyên din jî hatiye redkirin.

Ji ber dosye nedane parêzeran, parêzeran di 4’ê Îlonê de ji bo îtirazê serî li Dadgeha Cezayê Giran a 1’ê ya Bûrsayê da. Dadgehê der barê serlêdanê de hîn bersiv nedaye.

Lê belê parêzer ji ber dema serlêdanê derbas bûye, di 9’ê Îlonê de ji bo Aktaş, Konar û Yildirim serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn dan.

Leave a Reply

Back to top button