Ava çemê Firatê vediguhere zeviyek zuha

Ji ber sedemên ku dagirkeriya Tirkiyê ava çemê Firatê 3 salane bernade ev yek jî di dîrokê de cara yekê wiha dibe ku rewşa dawî ya çem daketiye asta kêm.

Para Sûriyê ji çemê di her saniyekê de 500 metrekab e.

Dewleta Tirk a dagirker ji gelek salan ve, av kiriye çekek û li dijî herêmê bi kar tîne.

Çemê Firatê jêdera sereke ya ava vexwarina Minbic, Kobanê, Reqa, Dêrazorê û Helebê ye.

Qutbûna wê jî tehdîd dike dabînkirina ava vexwarinê, avdanî û xebatên girêdayî avê.

Kêmbûna wê jî di aliyê dayîna kehrebeyê de bandor li kendavan dike.

Rêveberiya Bendavan demeke berê bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên hiqûqî kiribû ku destwerdanê bikin û “kiryarên hovane û şantajên Tirkiyê” rawestînin.

Back to top button