Nûnertiya Komîsyona Alîkariyê ya Girêdayî Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê (UNAMI) êrişa li ser balfirxaneya Erbet şermezarkir û ragihand ku êriş binpêkirina serweriya Iraqê ye û divê bên rawestandin.
Nûnertiya Komîsyona Alîkariyê ya Girêdayî Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê (UNAMI) derbarê êrişa duh ya li ser balafirxaneya çandiniyê ya li Erbet a girêdayî Silêmaniyê, daxuyaniyek belav kir.
Nûnertiyê bombebarankirina balafirxaneya Erbet şermezarkir û hate gotin;
“Divê pirsgirêkên ewlekariyê ne bi rêya êrişan, bi diyalog û dîplomasiyê werin çareserkirin.
Gelek car bi van êrişane serweriya Iraqê hatiye binpêkirin, ji bo vê pêwîste ev binpêkirin werin rawestandin.”