Li Kanada ji ber lehiyê bi dehan erebeyên li geracekê de şewitîn

Barana ku ji 14’ê Mijdarê ve li eyaleta British Kolombiya dibariya, jiyan tevizandibû.
Her çiqasî baran niha rawestiya be jî lê gelek ziyan li pişt xwe hiştiye.
Bi şemitîna axê re rêzên dirêj yên erebeyan li ser rê çêbûn.
Her wiha li eyaletê Rewşa Awerte jî hatiye ragihandin.

Têkoşîna li dijî lehî û şimitîna axê ku piştî barana zêde li eyaleta British Kolombiyaya Kanadayê rû da, dewam dike.

Li bajarê Abbotsfordê di nava lehiyê de li otoparkê şewat derket.

Şewata ku bi lez belav bû, bû sedema şewata gelek erebeyan.

Dûmanek zêde ji ser geracê rabû.

Şewat piştî derbasbûna saetan hate vemirandin.

Ji ber potansiyela dûmana jehrê ya ji şewatê derketî, rêveberiya herêmê gel hişyar kir ku dernekevin derve.

Ji ber lehiya li Kolombiya ya Britishê rewşa awerte hat ragihandin

Hat ragihandin ku li eyaleta Biritish Kolombiyayê ji ber lehî û şemitînê zirareke mezin çêbûye.

Ji ber vê yekê li eyaletê rewşa awarte hat ragihandin.

Serokwezîrê eyaletê John Horgan di civîneke çapemeniyê de karesat weke “bûyereke ku di 500 salan de carekê diqewime” binav kir.

Horgan bi bîr xist ku heta niha kesekî jiyana xwe ji dest daye û wiha got:

“Em li bendê ne ku di rojên pêş de zêdetir kes wê bimrin.”

Wezîrê Ewlehiya Giştî yê Kanadayê Marco Mendicino got, ji ber lehî û şimitîna axê li parêzgehê nêzî 18 hezar kes neçar man malên xwe biterikînin.

Back to top button