MSF: Em ji ragihandina van mirinên ku dikarin pêşê lê werin girtin westiyan

Belê ne tenê li sînorê Polonya-Belarûs, lê li Derya Spî jî qêrîna koçberan hebû.
Li peravên Lîbya keştiya ku jimarek zêde ya koçberan li nav bû, bû sedema mirina 10 ji wan.
Bizîşkên Sînor Nenas (MSF) ku ev yek bi daxuyaniyekê eşkere kirî got;
Ew êdî ji ragihandina van mirinên ku dikarin pêşî lê werin girtin westiya ne.

Li gorî nûçeya rojnameya The Guardianê, kesên ku ji qeyika darîn a ku zêdeyî 100 kesî lê hebûn, rizgar bûne, gotine, mirî li jêrzemîna qerebalix a ku bêhna mazotê lê hebû xeniqîne.

Bizîşkên Sînornenas keştiyeke rizgarkirinê şand da ku 99 kesên di keştiya qelebalix de xilas bike.

Hat ragihandin ku hemû kesên sax bûne xwedî nîşanên stres û trawmaya tûj in.

Telefona Alarm a Xeta Rizgarkirina Dilxwaz a Deryaya Navîn got,

Rayedarên Ewrûpî guh nedan sînyala alîkariyê.

Telefona alarmê “Me çend saet berê sînyala da lê kesî bersiv neda.

Bizîşkên Sînor Nenas (MSF) di dawiyê de got,

“Em ji ragihandina van mirinên dikarin pêşî lê werin girtin westiyane.”

Back to top button