Di êrişa li ser sînorê Nîjer û Malî de 25 kes mirin

Li sînorê Nîjer û malî carke din êriş pêk hat.
Li bajarê Tahoua du êrişên bi çek pêk hatin.
Di encamê de 25 sivîl hatin kuştin.

Li gorî nûçeyên medyaya neteweyî, kesên nasnameya wan nediyar êrîşî bajarokên Tillia û Tahoua yên bajarê Tahoua kirin.

Di her du êrîşan de 25 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Êrişkaran avahiyên giştî yên wekî şaredarî û navendên tenduristiyê talan kirin, piştre agir berdan wan û ji herêmê reviyan.

Hat diyarkirin ku li bajarokên Tillia û Tahoua ceyran tune, ji ber êrîşan sîstemên elektrîkê zirar dîtine.

Komên terorîst ên girêdayî El Qaîde û DAIŞ’ê yên ku li welatê cîran Malî tevdigerin jî gelek caran li Burkîna Faso û Nîjerê êrîşan pêk tînin.

Her çend Nîjer bi cîranê xwe yê din Sahel, Burkina Faso re operasyonên leşkerî yên hevbeş pêk tîne, heta niha nekariye terorîstên ku li Malî bicîh bûne qels bike.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) di nava 3 salên dawî de 313 hezar kes ji ber êrîşên terorê yên li Nîjerê koçber bûn, 235 hezar kes jî neçar man xwe li welatên cîran bi cih bikin.

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) ragihand ku ji Çile heta Tîrmehê di 9 êrîşên terorîstî yên li ser sînorê Nîjer, Malî û Burkîna Fasoyê de 420 sivîl hatine kuştin.

Back to top button