Li Hezexê 20 kes hatin binçavkirin

Li du gundên Hezexê muxtarên gund jî di nav de 20 kes hatin binçavkirin.

Li gundê Bana Zergûza yê bi ser navçeya Hezexê ya Şirnexê, 23’ê Nîsanê wesayîteke li ser rêya Cizîr-Hezexê rastî êrîşekê hatibû.

Di êrişê de Mehmet A, Abdullah E, û Eşref E, bi giranî birîndar bûbûn.

Di nav birîndaran de Mehmet A. li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê jiyana xwe ji dest dabû.

Piştî êrişê gund ji aliyê leşkeran ve hatibû dorpêçkirin.

Îro danê sibehê leşkeran avêt ser gundê Zergûza û Xirabetu-wayê.

Di avêtina ser gundan de, muxtar jî di nav de, bi giştî 20 kes hatin binçavkirin.

Heta niha jî nayê zanîn Kesên hatin binçavkirin ber bi kuderê vê birine.

Back to top button