Şêniyên Qamişlo sersaxî ji malbata şehîd Raperîn Botan re xwest

Li Qamişlo, Kobanê û Helebê merasîmên sersaxiyê yên şehîdan hatin lidarxistin. Di merasîmên sersaxiyê de, şêniyan soza berdewamiya riya şehîdan heta pêkanîna azadiyê dan.

Gerlîla Dicle Omer bi nasnav Raperîn Botan 23’ê Adara borî li herêmên parastina Medyayê di berxwedanan li dijî dewleta Tirk de şehîd bû.

Ji bo sersaxiyê, Şêniyên Qamişlo û navçeyên wê berê xwe dan gundê Siwêdiyê yê girêdayî Dêrikê û sersaxî ji malbata şehîd Raperîn Botan re xwestin.

Di merasîmê sersaxiyê de, kesên axivîn soza şopandina riya şehîdan dan û gotin: “Dewleta Tirk bi girankirina tecrîdê li dijî Rêber Apo dixwaze vîna gelê Kurd derb bike, Lê berovajî wê gel bi firkên Rêbretî girêdayîye û ji bo azadiya Rêber Apo têdikoşin.

Dawiyê, wesîqeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Şêniyên Herêma Firatê ji malbata şehîd Îskender re sersaxî xwest

Li kobanê jî merasîma sersaxiyê hebû.

Şervanê QSD’ê Ibrahîm El-Berho bi nasnav Îskender 8’ê vê mehê di qezayekê de şehîd bû.

Şêniyên herêma Firatê berê xwe da gundê Mexribtên ê navçeya Sirînê a Kobanê û sersaxî ji malbata şehîd Îskender re xwest.

Li vir jî, kesên di bin konê de axivîn soza şopandina riya şehîdan heta pêkanîna serkefitnê dan.

Li Helebê ji bo gerîla Amed Dêrsim merasîma sersaxiyê hat lidarxistin

Her weha li Helebê jî şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo malbata Şehîd Amed Dêrsim sersaxî xwestin.

Gerîlayê HPG’ê Fuad Îsmaîl bi nasnav Amed Dêrism 23’ê Mijdara 2017’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibû.

Di merasîma sersaxiyê de, berdevka Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Fatima Îbo axivî û di kesayeta şehîd Amed de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

Dawiya merasîmê, wesîqeya şehîd Amed hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Back to top button