Li Yemenê..Agirbestek heta du mehan dest pê kir

8 salin li Yemenê şerekî wêranker heye. Her kes li bende ye ku ev şer raweste. Duh êvarî hat raghandin ku aliyên şer li Yemenê li ser agirbesteke 2 mehan li hev kirin.

Aliyên şer li Yemenê li ser agirbesteke 2 mehan a NY ku îro dest pê dike li hev kirin..

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson pêşwaziya agirbestê kir ku ji roja yekem a Remezanê dest pê dike.

Johnson li ser Twitterê nivîsî:

“Niha herî dawî derfetek me heye ku em aştiyê bibînin û êşên mirovan bi dawî bikin.”

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, 227 hezar kes ji ber nebûna avê, birçîbûn û nexweşiyê û bi giştî 377 hezar kes di şerê Yemenê de mirine..

Rewşa heyî ya li Yemenê ji krîzên herî giran a mirovî ya li cîhanê tê pênasekirin.

Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî, Cotmeha 2020 bi daxuyaniyekê ragihand ku li Yemenê 10 hezar zarok ji destpêka aloziyê de hatine kuştin

Ji bo pêşî li vê kerasetê were girtin, NY duh ragihand ku aliyên li Yemenê di nava şer de, li ser agirbesteke 2 heyvan erê kirine..

Wê hemû operasyonên Leşkerî yên li welat bên rawestandin û her wiha balafirxaneya Senaayê ji bo geşta hin cihan wekî dest pêk bê vekirin..

Her wiha di nava agirbestê de, wê Keştiyên ku sotemeniyê vediguhezînin jî derbasî keştîgeha Hudeyda bibin..

Li gorî nivîsgeha nûnerê taybet yê NY ji bo Yemenê, agirbest îro, ango 2 nîsanê ket piratîkê û dibe ku dirêjtir jî dibe dema wê..

Wezîrê Derve yê hikumeta Yemenê Ehmed Ewd eşker kir ku ev agirbesta navdewletî, ji ya Husî dibêjin cûda ye û heta niha tiştek jê pêk nehtiye..

Lê tevî wê jî, di daxuyaniya NY de tê gotin ku aliyan li ser rawestandina hemû tevgerên leşkerî erê kirine.

Her wiha aliyan qebûl kirine ku di bin sîwana NY de werin gel hev da ku vekirina riyan li Teizê û parêzgehên din ên Yemenê guftugo bikin..

Li gorî çavkaniyên Rojavayî ku ji rojnameya Şerq el-ewset re eşkere kirine, hin dewletên rojavayî bi Husiyan re di nava peywendiya de ne da bi wan bidin qebûlkirin şandeyekê bişînin danûstandinan..

Aliyên siyasî yên Yemenî, nabînin ku wê ev hewla welatên rojavayî erênî bi encam bibe..

Hêjayî bibîrxistinê ye ku piştî paytexta Yemenê Sanaa di sala 2014’an de kete destê Hûsiyan,şerekî giran li welat diqewime..

Li aliyekî hêzên hikumetê ku piştgiriyê ji Erebistana Siûdî werdigrin û li aliyê din jî Hûsî ku piştgiriyê ji Îranê werdigrin hene..

Back to top button