Piştî derketina hêzên Amerîkî ji gundê Dirdara hat topbarankirin

Beriya çend saetan artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Dirdara yê Til Temirê topbaran kir. 

Êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li ser gundewarê Til Temirê dewam dikin.

Vê êvarê hêzên Amerîkayê serdana gundê Dirdara kir.

Piştî derketina wan bi çend saetan artêşa Tirk a dagirker û çeteyên gundê Dirdara yê li bakurê Til Temirê, li ser rêya navçeya Zirganê bi dijwarî topbaran kir.

Her wiha hêzên dagirkeriya Tirk beriya çend saetan dema ku hêzên Amerîkî li nava gundê Dirdara digerîn, bombeyên şewqê avêtin asîmanê gund.

Back to top button