Li kampa Waşokanî 2400 pakêtên xwarinê hatin belavkirin

Rêxistina Alîkarî û Pêşkeftinê ya Rojava pakêtên xwarinê li koçberên li kampa Waşokanî belav kirin.

Li kampa Waşokanî ya li bajarê Hesekê, 2400 pakêtên xwarinê hatin belav kirin.

Li kampê 2400 malbat koçberên Serê Kaniyê alîkarî wergirtin.

Hevserokê Rêxistina Rojava Ebid Elo axivî û diyar kir ku ew hewldidin ku pêdeviyên jiyanê ji malbatên koçber re peyda bikin her wiha bang li rêxistinên navnetewî dikin ku ew jî bi erkê xwe yê mirovî rabin.

Hêjajî bi bîrxistinê ye ku berya heyvekê dîsa ev rêxistin 3500 pakêtên xwarinê li koçberên kampa Serê Kaniyê belav kirin.

Back to top button