KNK ji bo pêşî li şerê navxweyî bigire komîteyek ava kir

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê/KNK ragihand ku ji bo pêşîgirtina li şerê naxweyî, wan komîteyek bi navê “Komîteya Çareseriya Qeyranê” ava kiriye û ev komîte niha li Başûrê Kurdistanê di nava hewlên çareseriyê de ye.

Sazî û Rêxistinên Kurdistanê ji bo pêşî li şerê navxweyî bigirin, ketine nava liv û tevgerê.

Ji wan rêxistinan, yek jê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê/KNK ye.

KNK’ê bi daxuyaniyeke ragihand ku ew ji bo pêşî li şerê navxweyî bigirin, weke KNK di 4’ê Mijdarê de Komîteyek Çareseriya Qeyranê ava kiriye.

Komîte di asta herî jor de pêwendî bi piraniya partî, rêxistin û kesayetên Kurdistanî re daniye, rewş li gel wan nîqaş kiriye, ji bo çareseriyê jî pêşniyarên wan wergirtine.

KNK’ê kêfxweşiya xwe bi piştgiriya partî û rêxistinên ku têkilî bi wan re danîne, anî ziman, ku hemûyan jî weke çareserî diyalog dane ber çavên xwe.

Li gorî daxuyaniyê, şandeyek ji KNK’ê bi serkêşiya Hevserok Ahmed Karamûs, çû Başûrê Kurdistanê.

Şande ji destpêşxeriyên cuda re jî hevdîtin kirine.

KNK dibêje, li herêmê destpêşxerî ava bûne û şande dê pêwendiyê li gel wan deyne û hewl bide bi wan re karekî hevbeş bike.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Komîteya Çareseriya Qeyranê biryar dabû di demeke nêzîk de, bi beşdariya nûnerên partî, rêxistinên Kurdistanî û kesayetan li ser tora Zoomê şêwreke berfireh pêk bîne û amadekariyên vê yekê dewam dike.

KNK di dawiyê de bang li partî, rêxistin, kesayet û gelê Kurdistanê kir ku helwesta xwe ya ji bo aştî û diyalogê bibin serî û piştgiriyê bidin wan.

Back to top button