Andy Vermaut: Li Hewlêrê mafê mirovan hatiye birîndarkirin

Serokê Komisyona Lêkolînan Andy Vermaut ku li Hewlêrê hatibû binçavkirin, got;
“Li Hewlêrê mafê mirovan hatiye birîndar kirin. Di dema girtinê de bê rêzî li me kirin, lê em ê biserkevin.”

Rayedarên PDK’ê li balafirxaneya Hewlêrê ji bilî binçavkirina parlementerê Almanya û endamên şandeya Aştiyê, duh endamên Hevpeymaniya Navdewletî jî binçav kirin.

Di nava şandeyê de Serokê Komisyona Lêkolînan Andy Vermaut û Serokê Komisyona Peywendiyên Navdewletî yê Ofîsa Brûkselê ya Rêxistina Hevpeymaniya Navdewletî Ezîz Osman jî hebûn.

Endamên şandeyê bi heman balafirê ji Hewlêrê hatin dersînorkirin.

Endamê Rêxistina International Alliance (Hevpeymana Navdewletî ya ji bo Mafê Mirov û Parastina Azadiyan) Hîwa Xoşnaw, derbarê mijarê de agahiyên girîng da.

Hîwa Xoşnaw da zanîn ku demek bû rexistina wan ji bo lêkolînkirina êrîşên dewleta Tirk yên li ser Başûr û dar birînê, amadekariya serdanek ji bo Başûr dikirin.

Hîwa da zanîn ku ew piştî girtinê bi Serokê Komisyona Lêkolînan Andy Vermaut axiviye û got; “Andy Vermaut ji min re got, mafê mirov li Hewlêrê hatiye birîndar kirin. Lê em ê serbikevin.”

Hîwa got ku beriya ku serdan çêbibe, rêxistina wan serokatiya herêmê û nûnertiya Hikumeta Herêmê ya li Ewrupayê agadar kiribûn.

Endamê Rêxistina International Alliance Hîwa Xoşnaw wiha behsa agahiyên ku Andy Vermaut ji wî re gotî, kir;

“Piştî ew qas westanê, ji bo pirsa Kurdê mazlum, em 9 saetan hatin girtin û bê rêzî li hemberî me hate kirin.

Ez mêhvan bûm. Polîsên balafirxanê ji mere gotin, Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên ku ser bi PDK’ê ye, we xistiye nav lîsteya reş.

Bê ku sedemek diyar bikin, ev tişt ji min re gotin.”

Back to top button