Şandeyeke Katalonyayê serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û bi berpirsên Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re civiya.
Şandeya ji Parlamentoya Katalonyayê bi serokatiya parlamenter Ruben Wagensberg bû..
Di pêşwazîkirina şandeyê de, hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Bedran Çiya Kurd, cîgirê wî Robîl Beho û endamê desteya rêveber a daîreyê Gulîstan Elî amade bûn..
Di rojeva şandeyê de, êrişên dewleta Tirk a dagirker û piştgiriya bi Rêveberiya Xweser hebûn…
Şandeyeke Katalonî: Serdana me ji bo piştgiriyê ye
Parlamenterê Katalonyayê Ruben Wagensberg îşaret bi girîngiya serdana di vê demê de kir û got:
“Di vê demê de ku Tirkiyê êrişê herêmê dike û gelên wê dike hedef, em hatin vir da ku piştgiriya xwe bi Rêveberiya Xweser û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê re nîşan bidin.
Em vê nameyê didin cîhanê ku dem hatiye piştgiriyê bidin herêmê..”