QSD’ê bîlançoya roja 13’an a êrîşên dewleta Tirk eşkere kir

QSD’ê bîlançoya roja 13’an a êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser herêmê, eşkerek kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bîlançoya êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên 2’yê Kanûnê û berdewamiya 1 Kanûnê bi daxuyaniyekê ragihand.

Li gorî daxuyaniyê:

  • Li Herêma Efrînê:

1 Kanûnê, gundên Şêx Îsa, Medîûn, Zewyan, Minnix, Şealê, Tatmaraş, Tinnib, Şewarxa, Malikiye, Maranaz, Aqibê, Soxaneke û Meyasê 65 caran bi obusan hatin topbarankirin.

Çeteyên dagirker hewl dan bikevin gundê Medîûnê, ev hewldan hat têkbibin.

  • Herêma Cizîrê

Til Temir

Gundê Gozeliye 5 caran bi obusan û Um El-Kêf bi doçkayan hat topbarankirin.

  • Herêma Ffiratê

Kobanê

Gundên Girê Ebrê, Çariqlê, Koran û Xirbîsan bi obus û hawanan hatin topbarankiri.

Girê Spî

Gundên Mealîk, Xalidiye, Dibis, Hoşan, Cedîda, Seyda, Selibî û Ebdkorî bi obusan hatin topbarankirin.

Eyn Îsa

Gundên Mişêrfa û Fatisa 10 caran bi obusan û hewanan hatin topbarankirin.

Li gundê Mişêrfa jî êrişa bi balafirên keşfê çêbû.

Li hember van êrişan, hêzên me di heman wextê de bersiv dan.

Tirwaziye

Bejahiya bajarokê Um El Beramîl 10 caran bi obusan û hewanan hatin topbarankirin.

2’yê Kanûnê;

  • Herêma Efrînê

Gundên Eyn Deqnê, Belluniye, Minnix, Şêx Îsa, Samuqa, Zewyan, Şealê, Merenaz, Malikiye, Tatmaraş, Benê, Soxaneke û Meyasê 54 caran bi obusan hatin topbarankirin.

Çeteyên dagirker hewl da êrişî gundê Meyasê bikin. Ev hewldan jî hat têkbirin.

  • Herûma Cizîrê

Til Temir û Zirgan

Gundên Gozeliye û Tewîla ên Tiltemir û Bobê, Dada Ebdal û Esediyê yên Zirganê bi obusan hat topbarankirin.

  • Herêma Firatê

Kobanê

Gundên Ziyaret, Zormexar, Çariqlê, Til Şeyîr, Şêxlera Jorîn, Ehmed Mûnîr, Siftek û bajarokê Şiyux Foqanî 14 caran bi hawanan hatin topbarankirin.

Girê Spî

Gundên Mealîk, Dibis, Mişêrfa, Cedîda, Ebû Sira, Kor Hesen, Seyda, Bîr Kêtik, Silêybî û rêya M4 bi obusan hatin topbarankirin.

Eyn Îsa

Rêbenda El Hîşa bi hawanan hat topbarankirin.

Minbic

Pira Qaraqozak bi obusan hat topbarankirin.

Gundê El Mihesnilî gulebaran hebû û bi balafira bê mirov li gundê El-Kawiklî hat bombekirin.

Tirwaziye

Bejahiya bajaroka Um El Beramîl û El Fewaz 4 caran bi obus û hewanan hatin topbarankirin..

Back to top button