Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê hejmarek çete girtin

Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê ragihand ku wan gelek çete girtine.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê ku di bin sêwana QSD’ê de ye derbarê operasyonên xwe yên dawî de daxuyaniyek da.

Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê got ku hêzên wan li bajarokê El-Besîrayê ya li rojhilatê Dêrazorê operasyonek pêk anî.

Hat ragihandin ku di operasyonê de hejmareke çeteyan hatin girtin.

Hat zanîn ku destên wan çeteyan di kuştin û êrîşên li ser herêma Dêrazorê de hene.

Back to top button