Gerila TV dîmenê çalakiyên li dijî dewleta tirk a dagirker li Girê Şehîd Şêxmûs parve kir.
Gerîla TV dîmenên çalakiya 3’yê Nîsanê ya gerîlayên YJA Star a li dijî artêşa Tirk a li Girê Şehîd Şêxmûs a Heftenîn parve kir:
Tê bi bîrxistin ku di vê çalakiyê de 8 leşker hatibûn kuştin, 3 jî birîndar bûbûn.
HPG’ê têkildarî mijarê ev agahî dabû:
Hêzên YJA Starê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftenînê ya li Herêma Heftenîn dom dike.
3’yê Nîsanê li dijî artêşa Tirk a dagirker li Girê Şehîd Şêxmûs çalakiyek kirin.
Di vê çalakiyê de 8 leşker hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn.
Her wiha Çeka gira a A-4 a li çeperê bû jî hate rûxandin.