KCÊ-E: 3 Êzidî bernamzet in.. Divê Kurd û Êzidî dengên xwe bidin wan

300 hezar Êzidî bêtirî 50 salî li Almanyayê ne..
Lê heya niha ola wan nehatiye naskirin û ji gelek mafan bêpar in..
26’ê vê mehê, li Almanyayê hilbijartinên giştî yên Parlamena Federal pêk tên..
Ji bo hilbijartinan, 3 Êzidiyan bernamzet in..
Di vê çarçoveyê de, Koordînasyona Civaka Êzidiyên li Ewropayê daxuyanek da..

Koordînasyonê diyar kir ku 3 namzetên Êzidî “Mizgîn Çiftçî, Cindî Tûncel û Behiya Uca” tev li hilbijartinên Almanyayê dibin..

Koordînasyonê anî ziman ku li Almanyayê zêdeyî 300 hezar Êzidî hene, ola wan hîna nenaskirî ye û ji gelek mafan bêpar in.

Koordînasyona Civaka Êzidiyên li Ewropayê da zanîn ku pêwîstiya namzetan navbirî bi dengê civaka Êzidî û gelê Kurd heye û got:

“Ji bo ku Êzidî fermî bên û bibin xwedî statu, divê gel û dostên me biçin ser sindoqên hilbijartinê 26’ê Îlonê û dengê bidin namzetên civaka Êzidî”.”

Back to top button