Balafirên Rûs herêmên Idlibê bombebaran kirin 2 kes hatin kuştin

Balafirên şer ên Rusyayê herêmên Idlibê bombebarankirin û di encamê de 2 kes hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn. Li Himusê jî ji ber teqîna bombeyekê zarokekî jiyan xwe ji dest da.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku balafirê şer ên Rûs herêmên cuda ên bajarê Idlibê bombebaran kir.

Hat diyar kirin herêma Kinsifra, Elbara, Kerfirderyan, Elcedîd û Elnimra ên Idlibê bûn armanca balafirên şer ên Rusyayê.

Hat ragihandin ji ber bombebarana li ser Kerfirderyan 2 kes hatine kuştin û 6 jî birîndar bûne.

Duh jî çavdêriyê ragihand balafirên Rûs herêmên Idlibê û Helebê bombebaran kirin.

Li Himusê ji ber teqîna bombeyekê zarokek mir û 2 jî birîndar bûn

Her wiha çavdêriyê da zanîn ku li gundê Elzeiferana ê bakurê Himusê bombeyek teqiya û di encamê de zaroekî jiyana xwe ji dest da û du zarok jî birîndar bûn.

Back to top button