Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê çalakiya Nobeta Edaletê didome

Çalakiya Nobeta Edaletê bi hêz û baweriya dayik û xizmên girtiyan bê navber li herêm û bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkî dewam dike.
Çalakvanên nobetê û malbatên giriyan di çalakiya nobetê de banga bidawîkirina tecrîda li dijî Rêber Apo kirin.

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê çalakiya Nobeta Edaletê ku bi pêşengiya dayik û xizmên girtiyan hatiye despêkirin bê navber didome.

Li bajarê wanê çalakiya nobetê 65 rojin bi hêz û bawerî dewam dike.

Rêveberên DEM Partiyê yên rêxistina navçeya Westanê ya bajarê wanê serdana nobetê kirin.

Li Mêrsinê jî Nobeta Edaletê di roja 66’an de didome.

Bi dehan gelê azadî xwaz û Dayikên Aştiyê tev li çalakiya nobetê bûn.

Her wiha rêveberên DEM Partiyê serdana çalakiyê kirin.

Nobeta Edaletê ya li Edeneyê jî çalakvan Gulistan Aslan axivî û li dijî tecrîdê banga bilindkirina asta têkoşînê kirin.

Li Mêrdînê jî gelek kesan serdana çalakiya nobetê ya li avahiya DBP’ê kirin.

Çalakî bi beşdariya şêniyên herêmê didome.

Nobeta Edaletê ya li Amedê jî bi heman armancê di roja 65’an de dewam dike.

Rêveberên DEM Partiyê û welatî serdana çalakiyê kirin.

Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.

Li Stenbolê jî çalakiya Nobeta Edaletê di roja 56’an de didome.

Rêveberên rêxistinên DEM Partiyê yên navçeya Sancaktepe ya Stenbolê hatin serdana çalakiyê kirin.

Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Êlihê jî di roja 7’an de dewam dike.

Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê û gelek rêxistinên bajêr serdana nobetê kirin.

Hevseroka DEM Partiyê ya Bajar Songul Korkmaz di çalakiyê de banga xurtkirina çalakiyên ji bo azadiya Rêber Apo kir.

Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê jî di roja 19’an de bê navber didome.

Keça girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel a bi navê Zîlan Karaguzel, rêveberên DEM Partiyê yên Îzmîr û navçeya Bucayê serdana çalakiyê kirin.

Dayikên di Nobetê de: Em dixwazin agahî ji birêz Ocalan bigirin

Back to top button