Li Efrînê dewleta Tirk, ji bo encama guhertina demografîk bê zanîn serjimariyê dike

Li Efrîna dagirkirî, dewleta Tirk û çeteyên wê ji bo ku encama guhertina demografiya Efrînê ku kirine bizanibin, dest bi serjimariya şêniyan kir.

Malpera Efrinpost ragihand ku istixbarata Tirkiyê û çeteyên wê yên bi navê qaşo “meclisên navxweyî’ dest bi serjimariya li Efrînê kir.

Malperê diyar kir ku ji bo planên guhartina demografiyê yên nû amade bike, dewleta Tirk dixwaze serjimariya şêniyên Efrînê yên resen, bi taybetî kesên zarok û ciwan yên temenê wan di navbera 6 heyanî 18 salî ne, bizane.

Her weha bi vê yekê dixwaze rêjeya kesên ku ji herêmên cûda yên Sûrî anîne û li Efrînê û navçeyên wê bi cih kirine jî zelal bikin.

Back to top button