KNK: Şehîdbûna Rêzan Cavîd ji bo Rojhilatê Kurdistanê xisarek mezin bû

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK,û Federasyona Girtiyên Siyasî derbarê şehadeta endamê PJAK Rêzan Cawîd daxwiyaniyên cuda dan .
Di daxwiyaniyan de hat gotin :
“Şehîdbûna Rêzan Cavîd ji bo Rojhilatê Kurdistanê xisarek mezin bû.”

KNK di daxwiyaniya xwe de Şehîd Rêzan Cavîd bi bîr anî û got :

“Mixabin di bombebarana balafirek dewleta Tirk li Qamişlo Endamê Meclîsa Rêveberiya PJAK Rêzan Cavîd şehîd bû.

Şehîdbûna têkoşer Rêzan Cavîd ji bo Rojhilatê Kurdistanê xisarek mezine.”

KNK’ê dawiyê daxwaz ji hemû gelê Kurd, hêz û aliyên siyasî kir ku li hemberî dagirkeriya Tirk xwedî helwest bin.

Federasyona Girtiyên Siyasî: Şehîd Rêzan mînaka kesayetiya şoreşgerî bû

Federasyona Girtiyên Siyasî ya Kurdistanê jî bi heman ermancê daxwiyanê da .

Federasyonê da zanîn ku Şehîd Rêzan mînaka kesayetiya şoreşger bû û got :

“Timî ji bo xaka Kurdistanê ruh li ser dest bû.”

Federasyona Girtiyên ragihand ku yekbûna nava mala Kurd ji bo dagirkerên Kurdistanê bersiva herî başe.

Back to top button