Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir.
Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê daxuyaniyek da û got:
Ev êrişên dijminane di çarçoveya hemleya tinekirinê ya faşîzma Tirk a li dijî pêkhateyên cuda yên herêmê de û li dijî projeya Xweseriya Demokratîk pêk tên.
Ev êriş armanceke rasterast li hember ewlehî û aramiya li herêmên Rêveberiya Xweser e.
Terora ku dewleta Tirk a faşîst li hundir û derveyê Tirkiyeyê destek dike û dide meşandin, bûye rastiyeke eşkere û ji kesî nayê veşartin.
Ev yek ne tenê ewlehî û îstiqrara navçê, belkî ewlehiya cîhanî bi giştî jî dixe metirsiyê.
Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê êrişên Tirkiyê bi tundî şermezar kir û ev bang li civata navneteweyî û welatên Koalîsyona Navneteweyî kir: Em banga xwe ya girtina qada hewayî ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dubare dikin.