Artêşa Sûdanê: Em amade ne bi Hêzên Lezgîn re hevdîtin bikin

Piştî demeke dirêj şer û wêraniyeke mezin li Sûdanê niha jî peyamên hevdîtina têne dayîn.
Artêşa Sûdanê ragihand ew amade ne li gorî şertên diyarkirî dan û standinê bi Hêzên Piştevaniya Bilez (RSF) re bikin.
Di demekî de ku peyamên hevdîtinê têne dayî li Xertûmê jî careke din şer û pevçûnan dest pê kir.

Ji ber şerê di navbera herdû aliyan de welatê Sûdanê di nava wêraniyeke mezin de maye.

Piştî wêraniyeke mezin li Sûdanê niha jî peyamên hevdîtina têne dayîn.

Artêşa Sûdanê ragihand ew amade ne li gorî şertên diyarkirî dan û standinê bi Hêzên Piştevaniya Lezgîn re bikin.

Hemwextî peyamên hevdîtinê li paytexta Sûdanê şer derket

Hemwextî van peyaman careke din li paytexta Sûdanê Xertûmê şer û pevçûn derket.

Vê sibehê artêşê gelek nuqte û hedefên RSF li bajarên Xertûm, Um Derman û Xertûma deryayî topbaran kirin.

Li gor agahiyan li naverasta Xertûmê li herêmêa sûka erebî û derdora nuqteya fermandariya artêşê dûman derdiket.

Her wiha balafirên bêmirov ên artêşê jî tevgerên RSF li herêma taxên kevn ên li naverasta Um Derman bombebaran kirin.

Di çend rojên berê de li gelek nuqteyên leşkerî, nexasim li navenda fermandariya giştî ya artêşê şerên tund ên her du aliyan rû dan.

Niha jî çav li rêye ku fermandarê artêşa Sûdanê Ebdulfetah Burhan bi fermandarê Hêzên Piştevaniya Bilez (RSF) Mihemed Hemdan Deqlo re hevdîtin pêk bîne.

Back to top button