Serhildanên li Îran û Kurdistanê di roja 25’an de didome

Serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê yên bi pêşengiya jinan di roja 25’an de didome.
Tevî êriş û girtinan jî duh bi şev gel daketin qadan û çalakî lidarxistin.
Hêzên rejîma Îranê jî li gelek bajaran bi çekan êrişî gel dikin.
Heta niha, zêdeyî 190 kesan jiyana xwe dest dane ji wan 28 zarok in
Piştî berxwedana gel karkerên petrolê jî dest bi grevê kirin

Serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê yên bi pêşengiya jinan di roja xwe ya 25’an de bê navber didome.

Di êrişên rejîma Îranê de zêdeyî 190 kesan jiyana xwe ji dest dane

Rêxistina Parastina Mafê Mirovan a Îranê ragihand ku ji ber êrişên hêzên rejima Îranê heta niha nêzî 190 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî rêxistinê ji kesên hatine kuştin herî kêm 28 zarok in.

Karkerên parzûngehên Abadan, Kengan, Esulewî, Buşehir ên li başûrê Îranê jî dest bi grevê kirin.

Li kargehên din jî karkeran diyar kirin ku ger rejîma Îranê dest ji tundiya xwe bernede ewê kargehên rejîmê bidin ber agir.

Greva karkerên petrolê weke gavek nû ya berfirehbûna xwepêşandan û nerazîbûnan tê dîtin.

Duh li dijî xwepêşandanan li gelek cihan hêzên leşkerî hatin bi cih kiirn, lê weke her roj gel çalakiyên xwe domandin.

Li hinek taxên Sine dengê guleyan dihate bihîstin û ciwanan riyên sereke ji çûnûhatinê re girtin.

Li bajarên Kirmanşan, Merîwan û hin herêmên din xwepêşandanan berdewam kir.

Li bajarê Seqiz careke din jinan bi dirûşma, “Jin, Jiyan, Azadî’ laçikên xwe şewitandin.

Li bajarên Tehran, Şîraz, Meşhed, Esfehan, Hemedan û çend bajar û navçeyên din ên Îranê xwepêşandan hebûn.

Xwendekarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî li qadan bûn.

Li Fûladşehrê jî ciwanan avahiyeke dewletê dan ber agir.

Back to top button