Li kampên Sûdanê bêtirî 1200 zarok mirin e

Li Sûdanê şerê dawî lê nayê, bandoreke neyînî li jiyanê kiriye.
NY jî balkişnad ser rewşa zarokan û got: Li kampên koçberan yên li welat ji Gulanê ve, bêtirî 1200 zarokî mirin e.
Sedema sereke ya mirina van zarokan jî kêmxwarin û nexweşî ne.

Daneyên ku Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand, bandora şerê li Sûdanê li ser rewşa tenduristiya zarokên li vî welatî careke din derxist holê.

Serokatiya yekîneya tenduristiya giştî ya Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) Dr. Allen Maina li Ceneva Swêsre civîneke çapemeniyê pêk anî.

Dr. Allen Maina ragihand ku di navbera 15’ê Gulanê û 14’ê Îlonê de, li 9 kampên penaberan ên li eyaleta Nîlê Spî ya Sûdanê bêtirî 1200 zarokên di bin 5 salî de jiyana xwe ji dest dane.

Maina diyar kir ku bi giranî penaberên ji Sûdana Başûr û Etiyopyayê li van kampan dimînin û wiha got,

“Mixabin em ditirsin ku hejmara kuştiyan zêde bibe.”

UNICEF’ê ragihand ku di heman demê 3 hezar û 100 bûyerên sorikê hatine tespîtkirin.

UNICEF’ê daxuyakirin bêtirî 500 bûyerên kolerayê û her wiha nexweşiyên malaria û taya dengeyê li herêmên din ên welêt hatine dîtin.

Berdevkê UNICEF’ê James Elder ji rojnamevanan re wiha got:

Em ji mirina bi hezaran zarokên din ên ku wê heta dawiya salê ji dayik bibin bi fikarin.

Guhnedayîna sivîlan û êrîşên li ser xizmetên tenduristiyê sedemên sereke yên vê ne.

Elder anî ziman ku di navbera Cotmeh û Kanûnê de wê 330 hezar pitik jidayîk bibin.

“Cîhan xwedî van pereyan e”

Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî Filippo Grandi di daxuyaniya xwe ya derbarê mirina zarokan a li Sûdanê de wiha got:

“Alav û pereyên cîhanê hene ku pêşî li mirina her yek ji wan ji ber sorik û kêmxwarinê bigire.

Em dikarin rê li ber zêdebûna mirinan bigirin, lê ji bo destwerdanê û gihandina kesên hewcedar pere pêwiste.

Beriya her tiştî divê em vî şerî bi dawî bikin.”

UNICEFê karîbû tenê ji çaran yekê pereyê ku ji bo alîkariya 10 milyon zarokên li Sûdanê xwestî kom bike.

Rêjeya alîkariyên ku rêxistinê heta niha berhev kiriye 838 milyon dolar e.

Berdevkê UNICEF Elder got, “Ev kêmasiya fonê wê were wateya mirina mirovan.”

Şerê li Sûdanê: Di êrişa li Xertûmê de herî kêm 43 kes mirin

Back to top button