Almanya û Fransa dixwazin ye berfireh bikin

Yekîtiya Ewropayê hewil dide heta sala 2030 xwe berfireh bike.
Pisporên ji Almanya û Fransayê di vê çarçoveyêde raporek amade kirin.
Di raporê de tê diyar kirin ku divê YE ji bo girtina endamên nû, hin hêsankariyan pêş bixe.
Wezîra Ewropayê ya Almanyayê Luhrmann got: “YE ji vê berfirehbûnê re amade ye.”

Pisporên ji Almanya û Fransayê ji bo hêsankirina pêvajoya berfirehkirina Yekîtiya Ewropayê raporek amade kirin.

Di raporê de tê xwestin ku divê YE heta sala 2030 ji berfirehbûnê re amade be.

Her wiha hate diyar kirin ku divê YE ji bo qebûlkirina endamên nû, hin hêsankariyan pêş bixe.

Luhramann: YE ji berfirehbûnê re amadeye

Rapor ji aliyê Wezîra Ewropayê ya Almanyayê Anna Luhrmann ve li Brukselê hat parvekirin.

Luhrmann balkişand ser armancên heyî û wiha got:

“Eşkere ye ku berfirehkirina YE’yê di berjewendiya me de ye.

Ji ber vê yekê divê em ji niha de dest pê bikin û her tiştê ku ji destê me tê bikin.”

Luhrmann diyar kir ku YE ji vê berfirehbûnê re amade ye.

Di raporê de îşaret bi baca ji bo tiştên zêde tê kirin û tê gotin, ji bo aborî û têkliyên derve li cihê dengdana giştî, dengdana piranî bê pejirandin.

Li gorî pisporan eger hin welatên endam li dijî guhertina peymanên YE derkevin, dikarin reforman bimeşîne.

Piştî êrişa Rûsya ya li ser Ukraynayê dibe ku tevlîbûna endamên nû yên ji Balkanan û Rojhilatê Ewropayê ji bo YE leztir bibe.

Ukrayan ji bo endamtiyê ji YE li benda ronahiya kesk e

Ukrayna yê sala borî tevî Moldovayê serlêdana namzediyê kiribû.

Lewma niha jî li bendêye ku Bruksel ji bo wê ronahiya kesk pêxe.

Ji ber ku Ukrayan hedef dike di 2023’an de dest bi danûstandinên endamtiyê bike.

Ger endametiya Kîevê bê qebûlkirin, Ukrayna ku nifûsa wê bêtirî 40 mîlyonî ye, wê bibe pêncemîn endama herî mezin a YE.

Borrell: Divê YE 10 endamên din bigire

Nûnerê Bilind ê Karûbarên Derve û Polîtîkaya Ewlekariyê yê YE Josep Borrell diyar kiribû ku divê yekîtî 10 endamên din bigire.

Li Balkanên Rojava, Montenegro, Sirbistan, Makedonyaya Bakur, Arnawût, Bosna-Hersekê û Kosova li benda endamtiya YE’yê ne.

Bruksel wê di payîzê de ji bo destpêkirina nîqaşên endamtiyê yên bi Ukrayna û Moldovayê re pêşniyaran bike.

Back to top button