Dewleta Tirk a dagirker gefa dagirkirineke nû li ser bakur û rojhilatê Sûrî dixwe.
Di navbera Rûsya û Tirkan de li ser Idlib û deverên Bakûr û Rojhilatê Sûrî bazarên nû hene.
Di vê pêvajoyê de Rojnameya El-Watan a hikumeta Şamê ragihand ku dê îro Şandeyeke payebilind a Rûsî serdana Şamê bike.
Rojnameya El-Watan a hikumeta Şamê ragihand ku Şandeya Rûsyayê ji Cigirê Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Vershinin pêk tê.
Li gorî rojnameyê, serdana şandeya Rûsya wê du rojan berdewam bike û wê hevdîtinan bi rayedarên hikumeta Şamê re pêk bîne.
Rojnameyê dazanîn ku naveroka hevdîtinê dê rewşa Idlib û gefên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêşxistina têkiliyên ereban bi hikûmeta Şamê re û danûstandinên bê yên di navbera Rûsya, Amerîka û Îsraîlê de bin.