Serokê dewletê yê berê ya Şîliyê bi qezayê helîkopterê mir

Di daxuyanîya ku ji aliyê hikumeta Şîlî ve hat dayîn de hat diyarkirin ku li başûrê welêt li nêzî bajarê Lago Rancoyê helîkopterek ket.
Hat ragihandin ku ji 4 kesên di helîkopterê de 3 kes sax mane, lê serokê berê Sebastian Pinera miriye.

Ajansa Afatê ya Neteweyî ya Şîlî, piştrast kir ku helîkopterek li bajarokê Lago Ranco li başûrê welêt ket, kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn.

Sebastian Pinera yê 74 salî ku 2 serdemên serokdewletiya Şîlî bû, di ketina helîkopterê de mir.

Sebastian Pinera di navbera 2010-2014 û 2018-2022 de du serdemên serokatiyê kir.

Dema Pinera li ser peywirê bû, xebatên rizgarkirina 33 karkerên di madenê ya li çola Atacama de asê mabûn bi rojan dewam kir, ji aliyê hemû cîhanê ve hat şopandin.

Der barê sedema qezayê de ti agahî nehat dayîn.

Back to top button