Berxwedana zindanan bi biryardariyeke xurt didome

Berxwedana zindanên dewleta Tirk yên ji bo azadiya rêber Apo û bidawîkirina binpêkirinên li girtîgehên bi biryardariyeke xurt dewam dike.
Hevseroka Partîya Herêman a Demokratîk Saliha Aydenzî jî diyar kir heta azadiya Rêber Ocalan ew ê têkoşîna xwe bidomînin.

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ku li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, di roja 245’emîn de, li ber xwe didin.

Koma 113 çalakiya xwedîderketinê ya li Mexmûrê dewrgirt û çalakî kete roja 224’an û ya li Yewnenistanê jî di roja 207’emîn de dewam dikin.

Dayîka girtiyê di grevê de: Vê zilmê kesek heq nake

Ji çalakvanên greva birçîbûnê Fatih Baran di 25’ê Hezîranê de bêyî agahiya malbata xwe hat sirgunkirin.

Fatihê ku ji bo ji hucreya yekkesî derkeve gelek carî daxwazname daye ji ber bersiveke erênî negirt loma di 16’ê Tîrmehê de dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kir.

Malbata Fatih diyar kir ku bi rêya hevdîtina bi telefonê ew hîn bûne mudurê girtîgehê gotiye dema Fatih dev ji çalakiya greva birçîbûnê berde wê, wî ji hucreya yekkesî derxe lê Fatih ev daxwaz qebûl nekiriye.

Dayika Fatih Miran Baran anî ziman ku vê zilmê kesek heq nake. Bila vê neheqiyê êdî li lawê min jî nekin, bila demildest lawê min ji hucreyê derxin û bibin gel hevalên wî.

Li gor raporên ÎHD’ê jî girtiyên sirgunî Girtîgeha Eregliyê tên kirin demeke dirêj di hucreya yekkesî de tên hiştin.

Rêveberiya girtîgehê jî binpêkirina mafên li girtîgehê wekî ku normal be nîşan dide.

Saliha Aydenîz: Bingeha rojeva me tecrîda li ser birêz Ocalan e

Di çarçoveya kampanyaya “Em HDP’yî ne, Em li her Derê ne” HDP bi STO’yan re li Tetwanê hat gel hev.

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk DBP’ê Salîha Aydenîz, di civînê de got:

Bingeha rojeva me tecrîda li ser Birêz Ocalan e.

Ji bo ev tecrîd bi dawî bibe û azadî bê bidestxistin li girtîgehan girtî ev 245 roj in di greva birçîbûnê de ne.”

Back to top button