Bi nêzîkbûna salvegera dagirkirina Efrînê re, sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê jî lê zêde dibe. Dagirkeran ji Efrînê û navçeyên wê 11 welatiyên din revandin. Di nav kesên hatine revandin de du jin û zarokek jî hene.
Bi nêzîkbûna salvegera 4. a dagirkirina Efrînê re sûc û hovîtiya dagirkeran li bajêr jî roj bi roj zêde dibe.
Ji kuştinê bigre heta revandina mirovan û wêrankirina xwezaya Efrînê bi her awayî kiryarên hovane li Efrînê didomînin.
Hat ragihandin dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe di van 10 rojên dawî de, ji navçeyên Efrînê 11 welatî revandin.
Navên kesên hatine revandin wiha ne:
Hêvîn Tarî ji gundê Çeqela yê Şiyê
Mihemed Nezmî Nasan ê 19 salî ji gundê Xelnêrê yê Mabata
Mihemed Mihemed Oso, Mehmûd Ehmed Hacî û Luqman Nûrî Mistefa ji gundê Kaxirê yê Mabata
Hecî Îsmaîl ê 30 salî ji gundê Keferdelê yê Cindirêsê
Xelîl Mihemed Reşîd ê 40 salî û hevjîna wî Nazliyê Mistefa yên ji gundê Maseka yê Raco
Mihemed Xelîl Reşîd ê 38 salî ji gundê Bilêlka yê Raco
Ayaz Hesen Zelxoko a 14 salî ji gundê Bedîna yê Raco
Arif Hemdoş ê ji gundê Kefercenê yê Şera
Kesên hatine revandin heta niha çarenûsa wan ne diyar e
Herî dawî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê eşkere kiribû ku dagirkeran tenê di meha Sibatê de 61 kes ji Efrînê revandine.