Di hilbijartina li Brezîlya de Lula biser ket

Li Brezîlya serdema çepgiran despê kir.
Namzedê çepgir Lula di tûra duyemîn a hilbijartina serokomariyê yên duh li Brezîlyayê hat kirin de bi ser ket.
Lula ji sedî 51’ê dengan bidest xist.
Bolsanaro jî ji sedî 49’ê dengan stand.

Serokê Partiya Karkerên Brezîlyayê Luiz Inácio Lula da Silva di tûra duyemîn a hilbijartinên serokomariyê yên doh li welat pêk hat de biser ket.

Li gorî encamên ku Dadgeha Bilind a Hilbijartinê ya Brezîlyayê (TSE) ragihand, Lula ji sedî 50,9 e; hevrikê wî Serok Jair Bolsonaro ji sedî 49,1 dengan stendiye.

Lula: Pêdiviya welat bi aştî û yekîtiyê heye

Lulayê 77 salî di axaftina xwe ya despêkê ya li Sao Pauloyê da wiha got:

“Pêdiviya welat bi aştî û yekîtiyê heye.

Bazîlî êdî naxwazin şer bikin.

Kes naxwaze li welatekî perçebûyî û di nav dewletekê de bijî.”

Lîderê nû yê welêt Lula di axaftina xwe de diyar kir ew ê dawî li birçîbûna ku bêtirî 33 mîlyon Brezîlî êşa wê dikişînin bi dawî bike û ev tişt anî ziman:

“Îro em ji cîhanê re dibêjin ku Brezîlya vegeriya ye.

Wê li dijî wêrankirina daristanên Amazonê tevdîr bêne girtin.

Brezîlyayî bi fikar in ku Bolsonaro jî mîna Serokê DYA Donald Trump encamê nas neke.

Dema ku encamên hilbijartinê dest pê kir, alîgirên Lula li welêt bi fîşekên hewayî û çepikan li bajarên cuda pîroz kirin.

Li gorî agahiyên ku çapemeniyê parve kirin, bi sed hezaran kes kolanên Sao Paulo tejî kirin.

Ji Amerîka û Fransa peyamên pîrozbahiyê bû Lula

Piştî ragihandina encamên hilbijartinê, ji cîhanê peyamên piştgiriyê ji rêberê nû Lula re hatin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden bi peyamekê serketina Lula pîroz kir û hêviya hevkariya navbera herdu welatan de kir.

Ji aliyê din ve Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron jî serkeftina Lula wekî “rûpeleke nû ya dîroka Brezîlyayê” nirxand.

Li Brezîlya piştî tûra yekemî ya 2’ê Cotmehê pêk hatî ti namzetekê nekarî ji sedî 51 dengê pêwist bigre, hilbijartin bû tûra duyemîn mabû.

Lîderê nû yê welat Luiz Inacio Lula Da Silva kî ye?

Luiz Inacio Lula da Silva, namzedê serokatiyê yê Partiya Karkeran (PT), ku bi kurtasî Lula tê naskirin, serokek berê û serokê sendîkayê yê berê ye.

Ev şeşemîn kampanyaya serokatiyê ya çepgir a Lula ye.

Di dema serokatiya xwe ya navbera 2003-2010 de siyasetmedarekî pir binav û deng bû.

Lula bi îdiaya bertîlxwarinê bi cezayê girtîgehê hatibû girtin û 10 sal ceza lê hatibû birîn.

Piştî ev yek hate betalkirin Lula careke din karî derkeve pêşberî Bolsonaro.

Back to top button